Serokomarê Iraqê bi berpirsên Mûsilê re dicive

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokomarê Iraqê Letîf Reşîd li Mûsilê bi Parêzgar û berpirsên parêzgeha Neynewayê re civiya, Reşîd beriya civînê jî li twîtterê ragihandibû, ew ê di serdana xwe ya Mûsilê de dê guh bide pirsgirêkên xelkê bajêr û piştevaniya xelkê Mûsilê bike ku ji ber DAIŞê gelek êş û azar dîtine.

Peyamnêrê K24 Rênas Elî behsa bername û civînên Serokomarê Iraqê li Mûsilê kir û got, ji bilî kombûna li gel Parêzgarê Neynewayê, ew ê ligel perlemantarên wê parêzgehê bicive.

Destnîşan kir jî, Serokomarê Iraqê dixwaze bizane ka ji bo Mûsilê çi hatiye kirin û biryar e serdana Mûsila Kevin û zanîngeha Mûsilê jî bike.

Serokomarê Iraqê berî serdana xwe li Twittera xwe nivîsîbû: “DAIŞê hewl da ku nasnameya Mûsilê û pêkvejiyana aştiyane ya bajêr ji holê rake, lê em ê bi saziyên dewletê re kar ji bo jinûveavakirina bajêr, temamkirina projeyên heyî û başkirina şert û mercên jiyan û xizmetguzariyê, bikin.”