Davutoglu jî piştgiriya xwe bo namzediya hevbeş ragihand

Ahmet Davutoglu / Wêne: AA
Ahmet Davutoglu / Wêne: AA

Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu û Serokê Partiya DEVAyê Alî Babacan, Ahmet Davutoglu jî piştgiriya xwe bo namzediya hevbeş ragihand.

Serokê Partiya Siberojê Ahmet Davutoglu di bernameyeke televîzyonî de eşkere kir, wekî maseya şeşalî hemû pilanên wan ew e ku ji bo postê Serokomariya Tirkiyê namzedekî hevbeş diyar bikin, lê ew li hember gavên AK-Partiyê, dikarin hizir li ser pilaneke din jî bikin.

Davutoglu li ser civîna Kemal Kiliçdaroglu û Seroka Iyî Partiyê Meral Akşener jî axivî û got, nabe ev hevdîtin wekî civîna krîzê were penasekirin û çi mijar nîne ku gotûbêjkirina wê, aliyên maseya şaşalî dilgiran bike.

Duhî Kiliçdaroglu û Akşener ji nişka ve hatibûn ba hev, 2 demjimêran û 15 xulekan civiyabûn, lê di derbarê naveroka civînê de ti daxuyanî nedabûn. Bi egerek e mezin, mijara sereke ya wê civînê, pirsa namzediya bo Serokomariyê bû.

Kiliçdaroglu pêştir amadebûna xwe bo namzediya postê Serokomariya Tirkiyeyê ragihandibû, lê ti serokên din ên maseyê şeşalî piştgiriyeke eşkere û bihêz ji bo wî ranedgihandibûn. Bi taybet Meral Akşenerê li şûna Kiliçdaroglu, şaredarên partiya wî yên Stenbol û Enqereyê nîşan dabû.

Diyar e partiyên maseya şeşalî li ser namzedê hevbeş lihev dikin, lê li ser navê namzed negihiştine rêkeftinê. Sedema sereke ya vê rênekeftinê jî ew e ku maseya şeşalî dixwaze namzedekî bihêz diyar bike ku gûman di serkeftina wî do hilbijartinê de nemîne. Ma gelo maseya şeşalî dê bikaribe namzedekî ji Erdogan bihêztir peyda bike? Bersiva vê pirsê jî dê dem diyar bike.