Serokomarê Iraqê bo K24: Em girîngiyê didin çareserkirina rewşa awareyan

Serokomarê Iraqê Letîf Reşîd li bajarê Mûsilê ragihand: “Ez gelek kêfxweş im ku min serdana bajarê Mûsilê kir.”

Hewlêr (K24) – Serokomarê Iraqê Letîf Reşîd li bajarê Mûsilê ragihand: “Ez gelek kêfxweş im ku min serdana bajarê Mûsilê kir.”

Letîf Reşîd li ser pirsa Peyamnêrê Kurdistan24ê diyar kir: “Mûsil mala mezin a hemû netewe û olan e û ji bo hemû Iraqê girîng e, ji aliyê erdnîgarî û stratejiyê ve, rûbirûyî terorê bûye.”

Serokomarê Iraqê Letîf Reşîd destnîşan kir: “Mûsil ji aliyê erdnîgariyê ve gelek girîng e.

Li ser rewşa awareyan, Letîf Reşîd diyar kir: "Em hêvîdar in kêşeyan çareser bikin û em girîngiyê didin çareserkirina rewşa hemû awareyan, ne tenê li Mûsilê, li hemû Iraqê.”