Parêzgarê Neynewayê: Serokomarê Iraqê soza çareserkirina kêşeyên Şingalê da

Hewlêr (K24) – Parêzgarê Neynewayê Necm Cibûrî diyar kir, Serokomarê Iraqê Letîf Reşîd di dema serdana xwe ya Mûsilê de soza çaresekirina kêşeyên Şingalê û dosyeya awareyan da.
Necm Cibûrî bersiva pirsên Peymanêrê Kurdistan24ê da û ragihand: “Hevahengiyeke bilind li parêzgeha Neynewayê di navbera hêzên ewlehiyê û hêzên Pêşmergeyê Kurdistanê de heye û bi hev re operasyonên hevbeş encam didin.”
Cibûrî destnîşan kir: “Me êş û janên xelkê Neynewayê xiste ber Serokomar, wî jî soz da me ku ji bo çareserkirina kêşeyan alîkariya me bike, bi taybetî li ser kêşeyên Şingalê û dosyeya awareyan.”
Derbarê aliyê ewlehiyê de, Parêzgarê Neynewayê got, hevkariyeke mezin di navbera hêzên ewlehiyê û hêzên Pêşmergeyê Kurdistanê de heye û operasyonên hevbeş birêve diçin, bi taybetî li navçeya Mexmûr, ango hevahengiyeke bilind di navbera wan de heye.