Xelkê Khersonê bajarê xwe bi cih dihêlin

Piştî ku 11ê Mijdara borî, bajarê Khersonê yê Ukraynayê di bin kontrola Rûsan de nema û Kîevê ew bajar kontrol kir, xelkê bajêr car din direvin û bajarê xwe bi cih dihêlin.
Xelkê Khersonê direvin, wêne: AFP
Xelkê Khersonê direvin, wêne: AFP

Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî ku 11ê Mijdara borî, bajarê Khersonê yê Ukraynayê di bin kontrola Rûsan de nema û Kîevê ew bajar kontrol kir, xelkê bajêr car din direvin û bajarê xwe bi cih dihêlin.

Li gor zanyariyên ajansa nûçeyan a AFPê, otomobîlên xelkê Khersonê di rêzê de rawestiyane û xelk ji bajarê xwe direvin.

Herwiha eşkere kiriye, Kherson her roj tê topbarankirin, hêzên Rûsyayê li aliyê rûbarê Dinyeper êrîş dikin ser wî bajarî, loma xelk ji bajêr derdikevin.

Ji ber bombebarana Rûsyayê di roja 24ê vê mehê de li ser bajarê Khersonê, Serokê Ukraynayê Vladimir Putin êrîş şermezar kir û ragihand, danê sibê naverasta bajarê Khersonê ji aliyê artêşa Rûsyayê ve hatiye bombebarankirin.

24ê Sibata 2022yan, bi fermana Serokê Rûsyayê Vladimir Putin, êrîşî axa Ukraynayê hat kirin û ji ber vê, bi hezaran kes ji serbaz û welatiyan hatin kuştin û bi milyonan Ukraynî jî awareyî welatên Ewropayê bûn, şer hîn jî berdewam e.