Li Stenbolê bihayê hatûçûnê ji sedî 30 zêde bû

kurdistan24.net

Stenbol (K24) - Li Tirkiyê pêşî reqemên nû yên kêmmûçeyê hate ragihandin. Di sala 2023an de kêmmûçe bû 8 hezar û 506 lîre. Lê hê beriya ev pere bikeve berîka welatiyan bihayê her tiştî zêde bû û ji sedî 20ê wê tenê jî çû heqê rê ya hatûçûna nava bajarê Stenbolê.

Li Tirkiyê piştî ku Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan rêjeya kêmmûçeya bo sala 2023an ragihand û kir e 8 hezar û 506 lîre, ligel bihayê berhemên xwarin û vexwarinê bihayê hatûçûya li nav bajarê Stenbolê û bihayê teksî, mînîbas, û bîlêtên lektronîk jî di navê de ji sedî 29,10 hat zêdekirin.

Welatiyê bi navê Metîn Yildirim derbarê bihabûna hatûçûnê de ji K24ê re diyar kir: “Filmekî Kemal Sunal hebû, şev radiza zam, sibê radibû zam. Jiyana me jî tam wisa lê hat. Hêvîdar im ev rewş biguhere, lê mixabin bi vê kêmmûçeyê ev yek hîç pêkan xuya nake.”

Welatiyeke din jî destnîşan kir: “Ji xwe beriya ku kêmmûçe bê zêdekirin her tişt berdewam zêde dibû. Em hemû dizanin ev hemû gavên şaş in, lê êdî çi bêjin!”

Li gorî bihayên nû yên ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin yê Stenbolê ve hatine ragihandin, di bihayê serwîsan de ji sedî 19,95 û yê teksiyan de jî ya siwarbûn û daketinê ji sedî 42 hate zêdekirin.

Welatiyê bi navê Sedat Ozkan jî dibêje: “Ji xwe em sê-çar qirûş pere distînin îca ev dê têra çi bike çi neke? Ne tenê bihayê hatûçûyê bihayê hertiştî bêrawestan biha dibe. Bihayê mînîbasê 5 lîre bû niha bû 10 lîre.”

Li gorî reqamên nû yên hatine zêdekirin ku wê di 1ê Rêbendanê de bêne karîgerkirin, mesafeya herî dirêj ya hatûçûna nava Stenbolê jî bûye 22 lîre. Dema welatiyek bixwaze rojane 4 caran vê mesafeyê biçe û bê, mehane dê 2 hezar û 640 lîreyan yanî 142 dolaran ji berîka xwe xerc bike. Herwiha ev reqem di heman demê de dike ji sedî 20ê kêm mûçeyê ku nû hatiye zêdekirin.

Ji bilî hatûçûna ferz ya li ser welatiyên Stenbolê, di heman demê de tê gotin ku bihayê li hatûçûna Stenbolê hatiye kirin dê bandoreke neyînî li ser geştiyariyê jî bike bo aboriya bajarê Stenbolê, bihayên sersala nû ku ji bo hatûçûnê hatine zêdekirin.