Akar: Armanca me ya li Sûriyê tenê têkoşîna li dijî terorê ye

Akar naveroka civîna şandên Tirkiye, Sûriye û Rusyayê ya li Moskoyê eşkere kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Bergiriyê yê Tirkiyê Hulusî Akar naveroka civîna şandên Tirkiye, Sûriye û Rûsyayê ya li Moskoyê eşkere kir û got, wan gotûbêj li ser pêşxistina aştî û aramiya Sûriyê kirine û dê di rojên pêş de kar ji bo wê yekê Sûriyê bikin.

Wezîrê Berevaniya Neteweyî yê Tirkiyê Hulusî Akar duhî bi Serokê Rêxistina Îstixbarata Neteweyî (MÎT) Hakan Fîdan re ji Enqerê çûbû Moskoyê paytexta Rûsyayê.

Akar û Fîdan bi Wezîrê Berevaniyê yê Rûsyayê Sergey Şoygu, Wezîrê Berevaniyê yê Sûriyê Alî Mehmûd Ebas û serokên Federasyona Rûsyayê û Îstîxbarata Sûriyê re di civîneke sêalî de kom bûn.

Piştî hevdîtina ku nêzî 2 demjimêran dewam kir û beriya ku vegere Tirkiyê Akar got: “Di civînê de me gotûbêj kir ku çi dikare were kirin ji bo baştirkirina rewşa Sûriyê û herêmê bi awayekî erênî di zûtirîn dem de, da ku aştî û aramî were dabînkirin.”

Akar diyar kir ku wan nêrîn û nirxandinên Tirkiyeyê anîne ziman û guh dane nirxandinên aliyên din jî.

Akar wiha axivî: “Yek ji mijarên herî girîng ên ku me di hevdîtinê de anî ziman, têkoşîna li dijî terorê bû. Me tekezî li ser wê yekê kir ku em rêzê li yekparçeyiya axa û serweriya hemû cîranên xwe bi taybet Sûriye û Iraqê digirin û armanca me tenê şerê li dijî terorê ye û ti armanceke me ya din nîne.”

Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê got jî: “Me diyar kir ku armanca me ew e ku endamên rêxistinên terorê yên wekî PKK/YPG, DAIŞ ku ji bo Sûriyê jî gef in, bêbandor bikin.”

Her wiha Akar tekezî li wê yekê kir ku ji bo ewlekariya welat, netewe û sînorên wan, her çi pêwîst be dê bikin.

Akar derbarê pirsa koçberên Sûrî de destnîşan kir jî, ew hewl didin ku pêşî li koçberiya ji Sûriyê ber bi Tirkiyê ve bê girtin.

Akar her wiha got: “Me tekezî li ser wê yekê kir ku divê pirsgirêka Sûriyê di çarçoveya biryara 2254ê ya Encûmena Asayişa Navdewletî de bi awayekî berfireh û giştalî were çareserkirin.”

Wezîrê Bergiriyê yê Tirkiyeyê Hulusî Akar Hulusî Akar herwiha diyar jî kir, dê civînên wan berdewam be.