CENTCOM amarên şerê DAIŞê yên sala 2022yan belav kir

Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) daxuyaniyek belav kir û tê de amarên şerê dijî DAIŞê yên sala 2022yan eşkere kir.

Hewlêr (K24) – Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) daxuyaniyek belav kir û tê de amarên şerê dijî DAIŞê yên sala 2022yan eşkere kir.

CENTCOM di daxuyaniya xwe de diyar kiriye, di sala 2022yan de hêzên wan ligel hêzên hevbeşên xwe yên li Iraq û Sûriyê, 313 operasyon li dijî DAIŞê kirine, ku 108 operasyon li Sûriyê û 191 operasyon jî li Iraqê hatine encamdan.

Herwiha diyar kiriye, di sala 2022yan de, di operasyonên hevbeşên wan ên li Iraqê de karîne 220 endam û serkirdeyên DAIŞê bikujin û 159 endam û berpirsên wê rêxistinê jî hatine desteserkirin.

Derbarê Sûriyê de Fermandariya Navendî ya Amerîkayê ragihandiye ku 466 çekdarên DAIŞê hatine kuştin û 215 endamên din ên wê hatine desteserkirin.

Di daxuyaniyê de hatiye eşkerekirin ku li Sûriyê zêdetirî 10 hezar endam û serkirdeyên DAIŞê di zindanê de ne û li Iraqê jî zêdetirî 20 hezar endam û serkirdeyên DAIŞê di zindanan de ne.

Derbarê Kampa Holê de jî hatiye diyarkirin ku zêdetirî 25 hezar zarokên endamên DAIŞê di wê kampê de hene û bûne armanca sereke ya rêxistina DAIŞê.

Roja Sêşemê 27ê Berfanbara 2022yan, Berdevka Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê Rachel Jeffcoat beşdarî bernameya Basî Roj a Kurdistan24ê bû û ragihand, Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê, hevbeşiya xwe ya ligel artêşa Iraqê û hêzên Pêşmerge li Iraqê û ligel Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) li Sûriyê di rûbirûbûna terorê de didomîne.

Rachel Jeffcoat diyar kir, DAIŞ bi temamî lawaz bûye û ti xakekê di destê wê de nemaye û di dema borî de hatiye têkbirin, ew liv û tevgera ku niha encam dide, tenê armanca wê têkdana seqamgîriya Iraqê ye.

Derbarê şiyana hêzên Pêşmerge de, Rachel Jeffcoat diyar kir, hêzên Pêşmerge xwedî şiyan û xwedî ezmûneke mezin e, rola wan a berçav di şerê dijî terorê de hebû, loma niha jî şiyana wan a têkbirina êrîşên DAIŞê heye.

Li ser pêwendiyên wan ên ligel hêzên Pêşmerge, Jeffcoat eşkere kir, hêzên Pêşmerge bihêz in û cihê baweriyê ne û pêwendiyên wan li ser vê bingehê bûye.