Nişteciyên Îsraîlê ji 9 milyon kesan derbas kiriye

Fermangeha Navendî ya Amaran a li Tel Avîvê ragihand, hejmara nişteciyên Îsraîlê di dawiya sala 2022yan de gihîştiye 9.6 milyon kesan.

Navenda Nûçeyan (K24) – Fermangeha Navendî ya Amaran a li Tel Avîvê ragihand, hejmara nişteciyên Îsraîlê di dawiya sala 2022yan de gihîştiye 9.6 milyon kesan.

Di daxuyaniyekê de ku Fermangeha Navendî ya Amaran a li Tel Avîvê belav kiriye, hatiye eşkerekirin, 7.1 milyon li nişteciyên Îsraîlê Cihû ne û 2 milyon Ereb in, herwiha 513 hezar kesan jî neteweya xwe diyar nekirine.

Herwiha di daxuyaniyê de hatiye destnîşankirin, hejmara nişteciyên Îsraîlê di sala 2022yan de bi rêjeya ji sedî 2.2 zêde bûye.

Li Îsraîlê di sala 2022yan de 178 hezar zarok ji dayîk bûne ku ji sedî 74.8 Cihû ne û ji sedî 23.8 Ereb in û ji sedî 1.4 neteweyên wan nehatine diyarkirin.

Herwiha hatiye diyarkirin ku di sala 2022yan de 73 hezar koçberên nû hatune Îsraîlê.

Hatiye eşkerekirin ku ji sedî 80ê wan koçberan ji Rûsya û Ukraynayê berê xwe dane Îsraîlê.