Dronek li devereke nahiya Behreke ket xwarê

Îşev dronek li çola nêzîkî Cêjnîkan a ser bi nahiya Behreke ya li sînorê parêzgeha Hewlêrê kete xwarê.

Hewlêr (K24) – Îşev dronek li çola nêzîkî Cêjnîkan a ser bi nahiya Behreke ya li sînorê parêzgeha Hewlêrê kete xwarê û ti ziyanek derneketiye holê.

Rêveberê Nahiya Behreke Tole Mehdî Xoşnaw ji Kurdistan24ê re ragihand, dron li çolekê ketiye xwarê.

Tole Mehdî Xoşnaw diyar kir, ti ziyanek derneketiye holê û lêkolîna li ser bûyerê dest pê kiriye.

Derbarê çawaniya bûyerê de, Rêveberê Nahiya Behreke diyar kir, lêkolîna li ser bûyerê berdewam e.

Her di vê çarçoveyê de, Rêveberê Asayîşa Behreke ji Kurdistan24ê re ragihand, dron bi mebest nebûye û ji aliyê Hevpeymanan ve hatiye şandin û li wê çolê ketiye xwarê.

Dije Terora Kurdistanê jî bi daxuyaniyekê ragihand, drona çavdêriyê ya hêzên Hevpeymanan, ji ber kêşeyeke teknîkî ketiye xwarê û ti ziyanek derneketiye holê.