TGS: Mafên rojnamegerên zindanîkirî tên binpêkirin

Sendîkaya Rojnamegeran ya Tirkiyeyê (TGS) ragihand ku rojnamegerên di zindanan de ji mafên xwe yên herî rewa bêpar têne hiştin.
Diyarbekir
Diyarbekir

Diyarbekir (K24) - Sendîkaya Rojnamegeran ya Tirkiyeyê (TGS) ragihand ku rojnamegerên di zindanan de ji mafên xwe yên herî rewa bêpar têne hiştin.

Li Diyarbekirê di kongreyeke rojnamegerî de Nûnerê Sendîkaya Rojnamegeran ya Tirkiyeyê (TGS) Mahmut Oral û parêzer Ulku Şahîn dan zanîn ku wan bi 16 rojnamegerên zindanîkirî re hevdîtin kirine û gotin ku; mafên tenduristiyê, mafên xwegihandina nûçeyan û mafên taybet ên rojnamegerên zindanîkirî têne binpêkirin.

Nûnerê TGSê Mahmut Oral got; 16 rojnameger 197 roj in girtî ne, lê belê hê jî angaştnameya wan nehatiye amadekirin.

Oral da zanîn ku ev 6 meh û nîv e dozgeriyê nekariye derbarê rojnamegeran de tu tawanekê destnîşan bike û daxwaza adakirina rojnamegeran anî zimên.

Di meha Hezîrana 2022an de 16 rojnamegerên ku xebatkar û endamên Ajansa Mezopotamya, Jinnews û Komeleya Rojnamegeran ya Dîcle-Firatê bûn, hatin zindanîkirin.