Li Tirkiyê asta debara mirovî ji 10 hezar lîreyan derbas kiriye

Li gorî Komeleya Rewişta Kar û Teşebûsên Îqtîsadî ya Tirkiyê li Stenbolê malbeteke ku bi 4 kesî ji bo ku pêdiviyên xwe yên zerûrî yên ji bo jiyanê dabîn bike û ji birçan nemirin, divê mehane herî kêm 10 hezar û 606 lîre pere bikeve berîka wan.
kurdistan24.net

Stenbol (K24) - Li gorî Komeleya Rewişta Kar û Teşebûsên Îqtîsadî ya Tirkiyê li Stenbolê malbeteke ku bi 4 kesî ji bo ku pêdiviyên xwe yên zerûrî yên ji bo jiyanê dabîn bike û ji birçan nemirin, divê mehane herî kêm 10 hezar û 606 lîre pere bikeve berîka wan. Lê malbat û welatî vê amarê cihê baweriyê nabînin û dibêjin; ew bi wî pereyî nikarin kirêya xaniyê xwe jî bidin. 

Li gorî lêkolîna Komeleya Exlaqê Kar û Hewldayîna îqdisadî ya Tirkiyê li mezintrîn bajarê Tirkiyê debara jiyana mirovî yanî bihayê Debara Mirovî derkete ser asta 10 hezar û 606 lîreyan. Li gorî daneyên komeleyê ev reqama hatiye diyarkirin tenê lêçûna nan û zikê malbateke 4 ferdî ye ku pêdivî heye da ji birçînan nemirin.

Welatiya bi navê Nîlufer Can ji K24ê re diyar kir: “Eger car caran ji bo xwe karên din peyda nekim ne pêkan e ku ez debara xwe bikim. Em derdikevin bazarê 1000 lîre di carekê de ji berîka me derdikeve. Simîtek bûye 7 lîre. Dê çawa têra malbatekê bike. Mixabin tu hêviya min ji vî welatî nemaye.”

Li gorî malbat û welatiyan jî ev reqema ji aliyê komeleyê ku wek çavkanî ji Saziya Daneyên Tirkiyê hatiye sûd wergirtin, cihê baweriyê nayê dîtin. Bi boçûna welatiyan ew bi 10 hezar lîreyan di roja îro de nikarin kirêya avahiya xwe jî bidin.  

Welatiya bi navê Sevîlay Ertaş diyar dike: “Bi rastî em nikarin bi wî pereyî debara xwe bikin. Tenê kirêya min 7 hezar û nîv e. Gava lêçûnên zerûrî yên din jî em lê zêde dikin ji 10 hezaran bi rehetî derbas dibe. Herwiha zarokê min diçe dibistanê û ez bi tena serê xwe dixebitim dê çawa karim bi ev qas pareyî debara xwe bikim.”

Herwiha Mihemed jî dibêje: “Di vê rewşa aborî de ne pêkan e ku welatiyek bi 10 hezar lîreyan debara xwe bike. Ji xwe hindik maye Tirkiyê yekser têk biçe.”

Aliyê herî balê dikişîne jî ya di xebata Komeleya Exlaqê Kar û Hewldayîna Îqdisadî ya Tirkiyê de, ev amarên hatine ragihandin di nava wan de wek lêçûnên sîgortayê, bac û yên perwerdehiyê cih nagirin. Li gorî pisporan dema ew beşên hatine jimartin jî lê bêne zêdekirin asta jiyana mirovî ya li Stenbolê diçe ser 25 hezar 300 lîreyan. Li gorî lêkolîna Sendîkaya Karkerên Şoreşger DÎSKê jî asta hejariyê ya li Tirkiyê bûye 27 hezar û 041 lîre.