Partiyên Bakur: Pirsgirêk bi operasyon û êrîşan çareser nabin

Li Diyarbekirê şandeyeke ji PAK û PSKê serdana DBPê kir û girtina Hevserokê Giştî yê DBPê Keskîn Bayindir şermezar kirin û piştgiriya xwe bo DBPê ragihandin
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) - Li Diyarbekirê şandeyeke ji PAK û PSKê serdana DBPê kir û girtina Hevserokê Giştî yê DBPê Keskîn Bayindir şermezar kirin û piştgiriya xwe bo DBPê ragihandin.

Serokê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) Bayram Bozyel û Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) Wehîd Aba li gel şandeyeke ji herdu partiyan pêkhatî serdana Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) kirin û bi Hevseroka Giştî yê DBPê Salîha Aydenîz re hevdîtinek pêk anîn.

Serokê Giştî yê PSKê Bayram Bozyel diyar kir, cerebeya Tirkiyeyê ya sedsalî nîşan daye ku meseleyên Tirkiyeyê bi operasyon û êrişan nayên çareserkirin, divê meseleya Kurd û meseleyên din ên siyasî li ser maseyê û bi guftûgoyan bêne çareserkirin.

Cîgirê Serokê Giştî yê PAKê Wehîd Aba jî got; ew erişen li hemberî partî an jî saziyeke kurdan wekî ku li hemberî hemû partiyan hatibe kirin dibînin û van zext û zordariyan şermezar dikin û bertekên xwe nîşan didin. 

Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz jî spasiyên xwe bo serdan û piştgiriya PAK û PSK’ê anî zimên û got; ji aliyê Tirkiyeyê ve li hemberî hemû destkeftiyên gelê kurd êriş têne kirin û divê li hemberî van êrişan jî kurd bi yek helwestê bersiva wan bidin.