Medyaya hikûmeta Sûriyê: Tirkiye razî bûye hêzên xwe ji Sûriyê vekişîne

Navenda Nûçeyan (K24) – Medyaya hikûmeta Sûriyê encama civîna sêalî ya li Moskoyê ya di navbera Şam, Enqere û Moskoyê de aşkere kir ku di civînê de li ser vekişandina hêzên Tirkiyê ji axa Sûriyê û vekirina rêya navdewletî M4 li hev kirin.

Rojnameya “Al-Watan” a Sûrî ji ser zarê jêderekî agahdar tekez kir ku atmosfera civîna sêalî ya ku li Moskoyê û di bin çavdêriya Rûsyayê de hatiye kirin, encama çend hevdîtinên ku berê di navbera dezgehên îstixbaratî yên Tirkiye û Sûriyê de hatibûn kirin bû. Li ser çend xalan di navbera her du aliyan de hat lihevkirin, bi awayekî ku merc û berjewendiya Şamê pêk bîne, ya herî girîng jî, vekişandina hêzên Tirkiyê ji hemû axa Sûriyê ye.

Wî jêderê ku nexwest navê wî eşkere bibe got, nêzîkbûna Sûriye-Tirkiyê bi giranî di medyaya Tirkiyê û bi taybetî ya nêzîkî Erdogan de hatiye de bûbû rojev û rê li ber wê civînê vekiriye ku bi mehan e nûçe û gotaran diweşîne û diyar dike ku berjewendiya Tirkiyê di nêzîkbûna Enqere û Şamê de heye û êdê pêwîst e dawî li nakokiyan were û ew her du alî bigihin çareseriyên ku xizmeta berjewendiyên herêmê bike.

Wî jêderî eşkere kir jî, di encama civîna sêalî ya ku li Moskoyê hat lidarxistin de, Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusî Akar û hevtayê wî yê Sûrî General Elî Mehmûd Ebbas bi amadebûna Wezîrê Berevaniyê Rûsyayê Sergey Şoygu li hev civiyan û Tirkiye razî bûye ku bi temamî ji Sûriyê vekişe û rêzê li serwerî û yekparçeyiya axa Sûriyê bigire, her wiha peymana ku di sala 2020an de li ser vekirina rêya M4 hatibû îmzekirin jî hat gotûbêjkirin.

Aşkere kir jî: “Aliyên kombûyî tekezî li ser vê yekê kirin ku mîlîşyayên PKK, mîlîşyayên Amerîka û Îsraîlê ne û ew metirsiya herî mezin li ser Sûriye û Tirkiê çêdikin.”

Her wiha wî jêderî amaje bi wê yekê jî kir ku hemû tiştên ku di vê civînê de li ser hatine lihevkirin, dê bi rêya komîteyên taybet werin şopandin û piştre jî dê civînên di navbera her du aliyan de ji bo hevahengiya zêdetir bên lidarxistin.

Li gorî daxuyaniyeke Wezareta Berevaniyê ya Tirkiye, Wezîrê Berevaniya Neteweyî yê Tirkiyê Hulusî Akar û bi Serokê Rêxistina Îstixbarata Neteweyî (MÎT) Hakan Fîdan re roja 28 Berfanbarê çûbû Moskoyê û li wir bi amadebûna Wezîrê Berevaniyê yê Rûsyayê Sergey Şoygu, ligel Wezîrê Berevaniyê yê Sûriyê Elî Mehmûd Ebbas civiyabû.