Li beyabana Sûriyê 22 kes di êrîşên DAIŞê de hatin kuştin

Navenda Nûçeyan (K24) – Şaneyên DAIŞ di 24 demjimêrên borî de, êrîşên xwe li deverên di bin destê hêzên rêjîmê û milîsên girêdayî wê de li biyabana Sûriyê tundtir kiriye û 22 kes kuştin.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, şaneyên DAIŞê di 24 demjimêrên borî de êrîşî baregeheke leşkerî ya hêzên rêjîma Sûriyê li biyabana Palmîra, zeviyeke petrolê li Dêrazorê û baregeheke Hêza Berevaniya Niştimanî ya ser bi rêjîmê li başûrê Reqayê kirin.

Diyar kir jî, di van êrîşan de 22 kes karkerên sivîl hatin kuştin, di nav wan de 12 karkerên kêlgeha petrolê ya “El-Teym” û 5 endamên hêzên rêjîmê û 5 endamên Berevaniya Niştimanî hatin kuştin.

Li gorî zanyariyên Rewangeha Sûriyê, ji destpêka sala 2022an û heta niha, hejmara kesên operasyonên leşkerî li biyabana Sûriyê hatine kuştin, gihîştiye 454 kesan:

- 166 endamên DAIŞê di êrîşên hêzên rêjîmê û operasyonên asmanî yên Rûsî de.

- 271 kes ji hêzên rêjîmê û milîsên ser bi wan ve ku ji wan 27 milîsên ser bi Îranê, ji regezên Sûrî û ne-Sûrî ne.