Mesrûr Barzanî: Em hêvîdar in hemû alî berjewendiya niştimanî di ser berjewendiyeke din re deyne

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya hatina sersala nû peyamek belav kir û ragihand, “Em hêvîdar in hemû alî berjewendiya niştimanî di ser berjewendiyeke din re deyne û rêzê li serweriya yasayê bigire.”

Peyama Serokwezîr Mesrûr Barzanî:

Bi boneya hatina sala nû ya sala 2023, pîrozbahiyê li hemû welatiyên Herêma Kurdistanê dikim, bi taybetî Pêşmergeyên qehreman, hêzên ewlekariya navxweyî û malbatên serbilind ên şehîdan, her wiha li gelên Iraq û cîhanê dikim. Hêvîdar im sala nû bibe sala geşbûn, pêşkeftin û geşepêdana zêdetir ya Kurdistanê.

Tevî kêmbûna şiyanên Hikûmeta Herêma Kurdistanê, sala borî me karîbû bi alîkariya sektora taybet projeyên cuda li bajarên Kurdistanê yên di warê rê, çandinî, pîşesazî û dîjîtalkirina xizmetguzariyan de bi cih bînin. Ev ji bilî ku sala borî di warê dîplomasî û pêşxistina pêwendiyên me yên ligel welatên Ereb, navçe û Ewropayê de saleke berhemdar bû.

Lê mixabin di sala borî de, em rastî gelek êrîşan hatin, di demekê de ku Herêma Kurdistanê her tim faktora ewlehî û aramiya Iraq û navçeyê bû û ti carî nebûye metirsî li ser ti aliyekî, ji ber wê jî em hêvîdar in di sala bê de asayîş û aramiya Herêma Kurdistanê, Iraq û navçeyê bi giştî parastî û aram bibe û kêşeyên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal li ser binemaya destûrê bên çareserkirin, ji bo em bikarin bi hevkariya hemû aliyan berdewamiya proseya çaksaziyê û xizmetkirina gelê Kurdistanê dikin. Em hêvîdar in hemû alî berjewendiya niştimanî di ser berjewendiyeke din re deyne û rêzê li serweriya yasayê bigire.

Hêvîdar im sala nû bibe sala bidawîhatina êş, nexweşî û qeyranan û dabînkirina aştî û bextewariyê ji bo mirovahiyê bi giştî.

Sersala we pîroz be û Xwedê Kurdistanê biparêze.

Mesrûr Barzanî

Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê

31/12/2022