Li Tirkiyê ji ber qeyrana darayî sersala nû bi dilşikestî tê pêşwazîkirin

kurdistan24.net

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Tirkiyê sersala nû bi dilşikestî tê pêşwazîkirin. Ji ber qeyrana aborî û zehmetiyên li ser debara jiyanê ya li Tirkiyê kevneşopiya diyarîstandinê ya ku di sersalê de her li dar bû, îsal hatiye asta dawîlêhatinê. Li aliyekî hem dikandar û hem jî welatî ji ber vê rewşê tengezar in û bo sala nû jî pêşbîniyeke bi hêvî nakin.

Li Tirkiyê welatî di bin şert û mercên giran yên aboriyê de pêşwaziyê li sersala nû yanî 2023an dikin. Di amadekariyên sala nû de êdî welatî wekî berê nema dikarin diyariyan ji hevre bistînin ji ber enflasyona zêde û bihayê giran yê kelûpelan. Li gorî lêkolîn îsal ji 10 kesan encax 2 kesan kariye ji bo serê salê kelûpelên diyariyê bistîne.

Welatî Ekîn: “A rastî em jî çend heval hatin ba hev û me wisa karî em hin diyariyan bikirin. Yanî jiyan bihaye lê bi awayekî em jî li ber xwe didin.”

Welatî Nazli: “Li gorî salên borî helbet biha gelekî zêde ne lê ji ber ku salê carekê tê pîrozkirin, em xwe zêde ji lêçûnan na vedin.”

Dikandarên ku kelûpelên sersalê difiroşin balê dikişînin ser bihayê kelûpelên diyariyê û dibêjin; ji sedî sed zêdetir bihayê hertiştî li gorî sala par zêde bûye, welatî ji vê yekê tengezar in û gelekê ji wan ji nava bazarê destvala vedigerin.

Dikandar Zafer Altuntaş: “Berê ev der ji mirovan tije dibû lê niha ligel qerebalixê hîç tiştek nayê firotin. Vaye binêrin hemû malê me wekî xwe dimîne.”

Dikandar Yuksel: “Bihabûneke ber bi çav heye di bazarê de. Xelk jî bo ku serederî bi vê yekê re bike şûna derkevin derve 3-4 malbat li hev kom dibin û wisa sersalê pîroz dikin.”

Darên di asta asayî de yên serê salê ku di sala 2021an de bi 300 lîreyan dihatin firotin, îsal çûne ser 800 lîreyan. Kumikên simbol yên serê salê ku bi 15 lîreyan dihatin firotin niha bi 60 lîreyan têne firotin.

Ev 3 sal in bi giştî li cîhanê bi taybet jî li Tirkiyê welatiyan nekarîbû ji ber pandemiyê sersalê pîroz bikin. Îsal amadekariyan destpêkir lê belê bi dilekî şkestî dest pê kir. Rewşa civaka Tirkiyê her ku diçe ji ber aboriya ne baş xirabtir dibe. Dahata wan kêm dibe û ji ber bilindbûna enflasyonê û bihabûna jiyana rojane îsal dema ku sersala nû yanî 2023an pêşwazî dikin, wekî salên borî bi keyf û coş nikarin pêşwazî bikin. Li gor amaran îsal ji 10 kesan tenê 2 kes dikarin diyariyan bistînin da ku di sersalê de raberî hev bikin.