HSDê 32 terorist li Hesekê desteser kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) îro di operasyona “Birûska Cizîre” de, 32 kes ji şaneyên DAIŞê desteser kirin, hejmara çeteyên ku di du rojan de hatine desteserkirin, gihîşt 84 kesan.  

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi beşdariya Hevpeymaniya Navdewletî roja 29ê Berfanbarê dest bi operasyoneke nû ya bi navê (Birûska Cizîrê) li dijî şaneyên razayî yên DAIŞê li deverên Til Hemîs û Holê yên li parêzgeha Hesekê kiribû.

Navenda Ragihandinê ya HSDê îro 31ê Berfanbarê di daxuyaniyekê de ragihand, îro hêzên wan li bejahiya rojavayê Til Hemîsê 32 çete destser kirin ku 3 ji wan di lîsteya çeteyên ku ji aliyê darazê ve dihat xwestin de bû.

Her wiha hêzên wan 6 çeteyên ku kar di şikeftên taybet ên bicihkirina endamên terorîst de û dabînkirina pêwîstiyên wan ên lojîstîkî de dikirin, hatin desteserkirin.

Da zanîn jî, hêzên HSDê îro roja sêyem roja operasyonê de, bazneya ewlekarî berferehtir kir û gihîşt bajarokê Til Birakê ku hin ji teroristan revîbûn wê deverê.

Ev yek di demekê de ye, hêzên HSDê duhî di roja duyem a operasyonê de, 52 endamên şaneyên DAIŞê li Til Hemîs û Holê desteser kiribûn.