Artêşa Lubnanê: 232 koçber hatin rizgarkirin

Keştiyeke koçberan tevî 232 kesên tê de, li sînorê ava Lubnanê hatin rizgarkirin, termên du koçberan jî ji nav avê hatin derxistin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Artêşa Lubnanê ragihand, keştiyeke koçberan tevî 232 kesên tê de, li sînorê ava Lubnanê hatin rizgarkirin, termên du koçberan jî ji nav avê hatin derxistin.

Artêşa Lubnanê li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand, îro Şemiyê 31ê Berfanbara 2022yan, bi alîkariya hêzeke taybet a Neteweyên Yekbûyî, keştiyeke koçberan tevî 232 koçberan hatin rizgarkirin û du termên koçberan jî hatin derxistin û piştre bo bendera Terablûsê hatin veguhestin.

Hat eşkerekirin ku koçberan hewl dane bi rêya sînorê ava Lubnanê bi awayekî neyasayî biçin Ewropayê.

Li ser vê mijarê, peyamnêrê AFPê yê li Terablûsê ragihandiye, piraniya koçberan xelkê Lubnan û Sûriyê bûn û bi rêjeyeke berçav, jin û zarok jî di nav wan de hebûn.