Li Enqerê di êrîşeke çekdarî de 3 kes hatin kuştin

Li navçeya Mamakê ya Enqerê di kafeyekê şerê çekdarî rûda û di encamê de 3 kes hatin kuştin û kesek jî birîndar bû.

Navenda Nûçeyan (K24) - Li navçeya Mamakê ya Enqerê di kafeyekê şerê çekdarî rûda û di encamê de 3 kes hatin kuştin û kesek jî birîndar bû.

Li gor zanyariyên Peyamnêrê Kurdistan24ê yê li Enqerê, di ahenga sersalê de li navçeya Mamakê ya Enqerê, şerê çekdarî rûda û di encama şer de 3 kes hatin kuştin û kesek jî birîndar bû.

Peyamnêrê me eşkere kir, şer di nav kafeteryayeke wê navçeyê de qewimiye û heta niha sedema şer nayê zanîn. Polîsan derbarê bûyerê de dest bi lêkolînê kirine.