Omêd Xoşnaw: Nêzîkî 60 hezar geştyar ji bo sersalê hatin Hewlêrê

Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw rahgihand, nêzîkî 60 hezar geştyar ji bajarên navîn û başûrê Iraqê ji bo ahengên sersalê hatin Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê.

Hewlêr (K24) – Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw rahgihand, nêzîkî 60 hezar geştyar ji bajarên navîn û başûrê Iraqê ji bo ahengên sersalê hatin Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê.

Îro Yekşemê 1ê Çileya 2023an, Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw di konferanseke rojnamevanî de ragihand, nêzîkî 60 hezar geştyar ji bajarên navîn û başûrê Iraqê ji bo ahengên sersalê hatin Hewlêrê, bi komkirina amarên deriyên sînorî, ev hejmar dê gelek zêdetir bibe.

Ji aliyekî din ve, Berpirsê Ragihandê yê Geştûguzariya Hewlêrê Nerîman Fazil jî îro ji Kurdistan24ê re ragihand: “Me pêşbînî nedikir ku evqas geştyar ji bo sersalê berê xwe bidin Hewlêrê û ev hejmar di asta pêşbîniya me de nebû.”

Nerîman Fazil eşkere kir: “Planên parêzgeha Hewlêrê û Rêveberiya Giştî ya Geştûguzariya Hewlêrê ji aliyê ewlehî û xizmetguzariyê ve, bi awayekî gelek baş û serkeftî hatin cîbicîkirin û gelek bi başî pêşwazî li geştyaran hat kirin.”