Ukrayna: Ji serê salê ve me 45 dronên Îranê xistin xwarê

Hêzên çekdar ên Ukraynayê ragihand, di serê salê de 45 dronên Îranê xistine xwarê, ku Rûsyayê bi wan dronan êrîşî Ukraynayê kiriye.

Navenda Nûçeyan (K24) – Hêzên çekdar ên Ukraynayê ragihand, di serê salê de 45 dronên Îranê xistine xwarê, ku Rûsyayê bi wan dronan êrîşî Ukraynayê kiriye.

Îro Yekşemê 1ê Çileya 2023an, hêzên çekdar ên Ukraynayê behsa êrîşên dronî yên artêşa Rûsyayê bo ser çend navçeyên Ukraynî kir û got: “32 dron di nîvê şevê de hatin têkbirin.”

Rêveberê Polîsê Kîevê Andrei Nebitov wêneyek belav kiriye û dibêje: “Ev paşmahiya dronê ye ku bi zimanê Rûsî li ser wê hatiye nivîsandin, 'sala we ya nû pîroz be'.”

Êrîş bo ser çend bajar û bajarokên Ukraynayê bûye, lê belê dibe ku armanca sereke Kîev be.

Beriya niha Serokê Ukraynayê Volodimir Zelensky tekez kiribû ku "ji bilî şer heta serkeftinê" ti rêyeke din li ber wan tune ye.

Demeke dirêj e ku behsa bikaranîna dronên Îranî ji aliyê Rûsyayê ve di şerê Ukraynayê de tê kirin, lê belê Îran vê yekê red dike û Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê jî tekez kiriye ku "bi mûşekên dûravêj" êrîşî ser Kîevê hatiye kirin.