Îsraîlê êrîşî Firokexaneya Navdewletî ya Şamê kir.. Kuştî hene

Navenda Nûçeyan (K24) – Di encama mûşekbarana Îsraîlê li ser Firokexaneya Navdewletî ya Şamê û derdora wê de, 2 leşker hatin kuştin û 2 leşker jî birîndar bûn.

Jêderekî leşkerî ji ajansa “SANA” a Sûrî ya fermî re ragihand, îro demjimêr 02:00’an, Îsraîlê ji aliyê bakur-rojhilatê Gola Teberiya ve bi mûşekan êrîşî Firokexaneya Navdewletî ya Şamê û derdora wê kir.

Wî jêderî got jî: Di encama êrişê de, 2 leşker hatin kuştin, 2 leşker jî birîndar bûn, hin ziyanên madî derketin û Firokexaneya Navdewletî ya Şamê ji xizmetê derket.

Ji aliyekî din ve, Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, Îsraîlê bi firokeyan êrîşî bi mûşekan baregehên Hizbullaha Lubnanî û mîlîşyayên ser bi Îranê ve li derdora Firokexaneya Navdewletî ya Şamê kir û di encamê de 4 kes hatin kuştin.

Ev yekemî êrîşa Îsraîlê li ser Sûriyê di sala 2023an de ye. Li gorî zanyariyên Rewangehê jî, di sala 2022an de Îsraîlê 32 caran axa Sûriyê kiriye armanc, çi bi rêya mûşekan û çi bi rêya êrîşên asmanî û di encamê de nêzîkî 91 armanc ji baregeh û komgehên çekdan wêran kirine. Her wiha di van êrîşan de 89 leşker hatin kuştin û 121 leşker jî birîndar bûn.