Mesrûr Barzanî nêzîkî du milyar dînar ji bo kêmkirina bandora lehiyê li Hewlêrê terxan dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji bo kêmkirina bandora lehiyê, razemendî li ser terxankirina nêzîkî du milyar dînar da.

Di çarçoveya giringîpêdana Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de û berçavgirtina berjewendiyên giştî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî razemendî li ser terxankirina 1 milyar û 985 milyon dînar da, ji bo kêmkirina bandora lehiyê ya li gundê Gircotyar ê girêdayî Hewlêrê.

Ev pere dê bi awayê nextî û bi qonax li ser bûdceya veberhênanê ya Wezareta Çandinî û Çavkaniyên Avê were cîbicîkirin.

Rêgirtin li rabûna lehiyê û kêmkirina ziyanên wê, yek ji karên sereke yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye, ji vê mebestê jî, tedbîrên curbicur digire.