Cotyar Adil: Em amade ne her dema pêwîst bike serdana Bexdayê bikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, ew amade ne her dema pêwîst bike serdana Bexdayê bikin û ew li benda wan in ku demekê diyar bikin, ji bo ku ligel Bexdayê bicivin û pirsên giring gotûbêj bikin.

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Cotyar Adil ji malpera fermî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê re ragihand: Kabîneya Nehem ji dema destbikarbûna xwe ve peywendiyên xwe ligel hikûmeta federal a Iraqê berdewam kiriye, çendîn caran jî şandên Herêma Kurdistanê serdana Bexdayê kiriye û li ser mijarên wekî projeyasaya bûdceya sala 2023an a Iraqê, dosyeya petrolê û çavdêriya darayî, çendîn komîte ava kirine. Di navbera her du ofîsên çavdêriya darayî yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de hemahengî heye.”

Got jî: “Serdana dawî ya şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo Bexdayê beriya sersala nû bû, niha jî her dema pêwîst bike em amade ne serdana Bexdayê bikin. Em li benda Bexdayê ne ku demekê diyar dike, ta ku em bi hev re bicivin û van mijarên girîng ên ku min behsa wan kiriye û çend pirsên din yên girêdayî navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê û pirsa Pêşmerge, gotûbêj bikin.”