Çavkaniyeke çemê Sîrwanê li gundê Palenganê

Çavkaniya Çemê Sîrwan li Palenganê - Wêne: Sara Caferî
Çavkaniya Çemê Sîrwan li Palenganê - Wêne: Sara Caferî

Navenda Nûçeyan (K24) – Yek ji çavkaniyên çemê Sîrwanê li gundê Palenganê yê li Rojhilatê Kurdistanê.

Sîrwan yek ji çemên Kurdistanê ye, ji Rojhilata Kurdistanê derdikeve û paşê tê nava axa Başûrê Kurdistanê. Di bakurê Bexdayê de diçe ser ava Dîcleyê.

Çemê Sîrwan ji çiyayên Zagrosê yên Rojhilatê Kurdistanê li nêzî Sinayê û ji çiyayên Çilçema yên nêzî bajarên Seqiz û Dîwanderê diherike. Paşê di Hewramanê re derbasî başûrê Kurdistanê dibe û li başûrê Bexdayê dirje ser çemê Dîcleyê.

Sîrwan li her du aliyên Kurdistan û Iraqê 445 km dirêj e. Çend bajar li ser hene, ji wan Derbendîxan, Kalar û Baqûba. Du bendav li ser hatine çêkirin û du gol, gola Derbendîxan û gola Hemrînê li pişt xwe girtine.

Çemê Sîrwanê
Çemê Sîrwanê
Çemê Sîrwanê
Çemê Sîrwanê
Çemê Sîrwanê