Dahata hinardekirina petrola xav a Iraqê di sala 2022an de hat aşkerekirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Cîgirê Serokwezîrê Iraqê ragihand, koma hinardekirina petrola xav a Iraqê di sala borî de, zêdetir 115 milyar dolaran bûye.

Wezîrê Petrolê û Cîgirê Serokwezîrê Iraqê ji bo Karûbarên Enerjî û Petrolê Hayan Abdulxanî îro ji ajansa fermî ya Iraqê (INA) re ragihand, Dahata giştî ya hinardekirina petrola xav di sala 2022an de zêdetirî 115 milyar dolar bû.

Diyar kir jî, hinardekirina petrola xav zêdetirî (1) milyar (209) milyon bermîl bû û di encamê de rêjeya hinardekirina petrolê ya rojane nêzîkî (3) milyon (320) hezar bermîl bû.

Wezîr pesna hewldanên karmendên Wezareta Petrolê û pêkhateyên wê ji bo van destkeftan da, ku (115) milyar dolar ji bûdceya federalî re dabîn kirine.