Balyozê Umanê: Hewla me ji bo vekirina konsulxaneyê li Hewlêrê didome

Hamid bin Hemed tekezî li ser berdewambûna pêwendiyên dîplomasî, aborî û bazirganî yên ligel Herêma Kurdistanê dike.

Hewlêr (K24) – Balyozê Umanê yê li Iraqê eşkere kir, hewldana wan a vekirina Konsulxaneya Umanê li Hewlêrê didome û tekezî li ser berdewambûna pêwendiyên dîplomasî, aborî û bazirganî yên ligel Herêma Kurdistanê dike.

Îro Sêşemê 3ê Çileya 2023an, Balyozê Umanê yê li Iraqê Hamid bin Hemed ji Kurdistan24ê re ragihand, ji bo vekirina konsulxaneya welatê xwe li Hewlêrê lêkolînê dikin û eşkere kir ku pêwendiyên aborî û bazirganî jî ligel Herêma Kurdistanê berdewam in.

Balyozê Umanê yê li Iraqê diyar kir, civîn û pêwendiyên wan ên berdewam ligel Hikûmeta Herêma Kurdistanê hene û daxwaza welatê xwe jî ji bo berfirehkirina pêwendiyên dîplomasiyê dubare kir ku di vê çarçoveyê de niha bi lêkolîna vekirina konsulxaneyê li Hewlêrê mijûl in.