HezKurd dest bi helmeta dersa zimanê Kurdî dike

Hereketa Zimanê Kurdî (HezKurd) ji bo ku di werzê duyem ê perwerdehiya Tirkiyeyê de zarokên Kurd Waneya Bijare ya Zimanê Kurdî hilbijêrin dest bi helmetekê kiriye.
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) - Hereketa Zimanê Kurdî (HezKurd) ji bo ku di werzê duyem ê perwerdehiya Tirkiyeyê de zarokên Kurd Waneya Bijare ya Zimanê Kurdî hilbijêrin dest bi helmetekê kiriye. Rewşenbîr û nivîskarên Kurd jî bang dikin ku bijartina waneya zimanê Kurdî ji bo her zarokek Kurd destpêkek hêja ye.

Ji bo ku zarokên Kurd li Bakurê Kurdistanê û tevahiya Tirkiyeyê Waneya Bijare Ya Zimanê Kurdî hilbijêrin îsal jî wek sala borî helmet dest pê kirine. Hereketa Zimanê Kurdî (HezKurd) bi endamên xwe li kolanan digere û banga bijartina Waneya Zimanê Kurdî dik

Helmeta ku di 30ê Berfanbara 2022yan de dest pê kir, bi beşdariya 350 xwebexşan didome. Hereketa Zimanê Kurdî amaje dike ku yek ji rêbazên xwedîlêderketina zimanê Kurdî jî handana civakê bo bijartina waneya zimanê Kurdî ye.

Rêveberê HezKurdm Mehmed Saîd Ozturk ji K24ê re diyar kir: “Em dixwazin bi milletê xwe bidin zanîn ku mafek wan ê wisa yê yasayî heye û milletê me jî vî mafî bi kar bîne û zarokên Kurd jî fêrî zimanê xwe bibin.”

HezKurdê ji bo ku bigihîje hemû Kurdan 40 hezar belavokên destan çap kiriye û dê vê hejmarê bike 400 hezar. Bi destpêkirina helmetê jî peyamên piştgiriyê bo helmetê ji aliyê rewşenbîr û nivîskarên Kurdan ve jî tên belavkirin.

Nivîskar û mafnas Îbrahîm Guçlu ji K24ê re diyar kir: “Ev ne karek biçûk e. Ji bo ku zarokên Kurdan fêrî zimanê xwe bibin ev destpêke girîng e. Ez bang li hemû rewşenbîr û nivîskaran dikim ku piştgirî bidin vê pêvajoyê.”

Sala derbasbûyî jî HezKurdê heman helmet dabû meşandin û li 39 bajaran 734 xwebexşan 280 hezar belavok belav kiribûn. Li gorî daneyên sendîqeyan sala derbasbûyî 25 hezar xwendkaran Waneya Bijare ya Zimanê Kurdî hilbijartibûn.