Amerîka bang li welatên cîhanê dike: Pêwendiyên xwe bi rejîma Esed re asayî nekin

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Derve ya Amerîka derbarê asayîkirina pêwendiyên Tirkiyê bi rêjîma Sûriyê re radigihîne, ew ne bi asayîkirina pêwendiyên welatan bi rêjîma Sûriyê re ne. 

Berdevkê Wezareta Derve Ned Price duhî Sêşemê ji rojnamevanan re got: "Em piştgirî nadin welatên ku dixwazin têkiliyên xwe bi rêjîma Sûriyê re xurt dikin an jî piştgiriya xwe ji bo dubare bihêzkirina Beşar El Esed, dîktatorê hovane diyar dikin.”

Price got ku Washington ji hemû hevalbend û hevkarên xwe re eşkere kiriye ku niha ne dema asayîkirin an başkirina pêwendiyan bi rêjîma Sûriyê re ye.

Price bal kişande ser wê yekê, welatên ku dixwazin pêwendiyên xwe bi Esed re asayî dikin, divê ji nêzîk ve li binpêkirinên mafên mirovan ên rejîmê yên 12 salên borî binêrin.

Duhî jî Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu jî diyar kir, ew dizanin Amerîka li dijî asayîkirina pêwendiyên Enqere û Şamê ye, lê heta niha Amerîka pirsa nêzikbûna Tirkiye û Sûriyê ji wan nekiriye.

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê ragihand jî, Amerîka ligel Netewên Yekgirtî û hevpeymanên xwe kar dike da ku çareseriyeke siyasî ji aloziya Sûriyê re peyda bikin.

Ev daxuyaniya Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîka di demekê de ye, roja 28ê Berfanbara 2022an wezîrên berevaniyê yên Tirkiyê û Sûriyê bi navbênkariya Rûsyayê li Moskoyê civiyan û biryar e Wezîrê Derve yê Tirkiyê jî di nîva duyem a vê mehê de bi hevtayê xwe yê Sûriyê re jî bicive.