Kalin sedemên danûstandinên Tirkiye bi rêjîma Sûriyê re askere dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Serokomarê Tirkiyê da xuyakirin, ji bo çareserkirina pirsa PKK-YPG û vegerandina penaberan bo Sûriyê, wan bi rejîma Sûriyê re dest bi danûstandinan kirine, lê ew hîn nizanin dê bersiva rejîmê çawa be.

Berdevkê Serokomarê Tirkiyê Îbrahîm Kalin duhî di weşana NTVyê de bersiva pirsan da û diyar kir, wan bi rejîma Sûriyê re bi armanca nehîştina gefên PKK-YPGê û vegerandina penaberan, dest bi gotûbêjên kirine.

Da zanîn jî, wan bi sê operasyonên mezin di nava axa Sûriyê de, avabûna dewleta PKKê ji sînorê Iraqê û heta derya Naverast asteng kirine.

Kalin da xuyakirin, ew dixwazin penaberên Sûrî di çarçoveya biryara NY ya 2254 de bên vegerandin, ji ber ku penaber naxwazin vegerin deverên jêr kontrola rejîm û PYDê.

Kalin her wiha got, piştevaniya wan bo opozîsyona Sûriyê jî didome û ew dixwazin wan jî beşdarî proseya danûstandinan bikin.

Berdevkê Serokomarê Tirkiyê destnîşan kir, di asta wezîran de dê civînên wan bi aliyê Sûriyê re bidomin, lê di asta serokomaran kengê were kirin, naye zanîn, ji ber nêzîkatiya aliyê Sûriyê ji wan re zelal nebûye.