6 berpirsên navdewletî daxwaza dirêjkirina biryara gihandina alîkariyan bo Sûriyê dikin

Alîkariyên Mirovî
Alîkariyên Mirovî

Navenda Nûçeyan (K24) – Şeş berpirsên bilind ên navdewletî di karûbarên mirovî de daxuyaniyeke hevbeş îmze kirin û tê de daxwaza dirêjkirina biryara hejmar (2642) ya Netewên Yekgirtî derbarê gihandina alîkariyên mirovî di sînorê Tirkiyê re bo bakurê rojavayê Sûriyê kirin.

Daxuyaniya ku ji Serokatiya Encûmena Asayişa Navdewletî re hatiye şandin, hişyarî daye ku “biryar dê di heyama 8 rojan de bi dawî bibe û eger Encûmen vê biryarê dirêj neke, dê encamên wê ji 4.1 milyon welatiyên navçeyên ku ne di bin kontrola hikûmetê de ne re, bibe karesateke mezin ku pêwîstiya wan bi alîkariyan heye, tenê ji bo bijîn.”

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Bêyî operasyonên alîkariyê yên NY’ê yên di sînor re, bi milyonan kes, nemaze kesên ku ji çend salan ve gelek caran ji cih û warên xwe koçber bûne, dê nikaribin xwarin, stargeh û alîkariyê peyda bikin û şert û mercên dijwar ên zivistanê derbas bikin.

Daxuyanî ji aliyê Kordînatorê Alîkariya Lezgîn û Alîkarê Sekreterê Giştî yê Karûbarên Mirovî Martin Griffiths, Rêveberê Giştî yê Rêxistina Koçê ya Navneteweyî Antonio Vitorino, Komîserê Bilind ê Penaberan ê Netewên Yekgirtî Filippo Grandi û Rêvebera Cîbicîkar a UNICEF Catherine Russell, Rêveberê Bernameya Xwarinê ya Cîhanê David Beasley û Rêveberê Giştî yê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê Tedros Ghebreyesus ve hatibû îmzekirin.

Encûmena Asayîşa Navdewletî roja 12ê Tîrmeha 2022an bi piraniya dengan mekanîzmaya derbasbûna alîkariyên mirovî di sînorê Tirkiyê re bo bakurê rojavayê Sûriyê, ji bo heyama 6 mehan dirêj kiribû û dema vê biryarê roja 12ê Çile bi dawî dibe.

Di sala 2014an de, Encûmena Asayişa Navdewletî rê da alîkariyên mirovî di 4 xalên sînorî re derbasî Sûriyê bibin, lê ji destpêka sala 2020an de, di bin fişara Rûsya û Çînê de, ew alîkarî hatin kêmkirin û tenê di deriyê Bab El-Hawa ya bi Tirkiyê re derbas dibin.