Muslet li ser pêwendiyên Tirkiye û rêjîmê: Ti guhartin di helwestan de nîne

Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê Salim El-Muslet encamên civîna bi Wezîrê Derve yê Tirkiyê re eşkere dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê (Îtîlaf) Salim El-Muslet derbarê pêwendiyên Tirkiye û rêjîma Sûriyê de radigihîne, ji mafê Tirkiyê ye ewlehiya miletê xwe biparêze û ti kesî behsa lihevkirin û asayîkirina pêwendiyan nekiriye.

Serokê Îtîlafê Salim El-Muslet îro di daxuyaniyekê vîdyoyî de derbarê pêşhatên dawiyê yên hevdîtinên di navbera Tirkiye û rêjîma Sûriyê de ragihand, Tirkiye ji destpêka şoreşa Sûriyê ve helwesteke wê ya giring li hember gelê Sûriyê heye, Tirkiyê bi milyonan penaberên Sûriyê vehewandine û piştgiriya gelê Sûriyê û saziyên wan kiriye. Ewlehiya wê û gelê wê girîng e û erkê wê ye ewlekariya xwe biparêze.

Muslet tekez kir jî, aliyê Tirkiyê di civînan de pabendbûna xwe bi piştgiriya Îtîlafê û saziyên wê dubare kiriye. piştgiriya çareseriya siyasî ya li gorî biryara 2254an nîşan daye. Ti guhartin di helwestan de çênebûye û ti kesî behsa lihevkirin û asayîkirina pêwendiyan nekiriye.

Muslet got jî, ev rêjîma xapînok dê ne bibe çavkaniya ewlekarî û aramiyê ji bo navçeyê, ev rêjîmek ne rewa ye û tiştekî li cem wê ji bilî kuştin, wêrankirin, koçberkirin, teror û madeyên hişber tune ye ku bide.

Roja 28ê Berfanbara 2022an wezîrên berevaniyê yên Tirkiyê û Sûriyê bi navbênkariya Rûsyayê li Moskoyê civiyan û biryar e Wezîrê Derve yê Tirkiyê jî di nîva duyem a vê mehê de bi hevtayê xwe yê Sûriyê re jî bicive.

Daxuyaniya Serokê Îtîlafê piştî wê tê, duhê Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu li Enqerê bi Serokê Hevpeymaniya Opozîsyona Sûriyê (Îtîlaf) Salim El Muslat, Serokê Desteya Danûstandinan ya Opozîsyona Sûriyê Bedir Camûs û Serokê Hikûmeta Demkî ya Opozîsyona Sûriyê Ebdurehman Mustafa re civiyabû.