Hejmara nişteciyên Iraqê ji 42 milyon kesan derbas kir

Hewlêr (K24) – Wezareta Plandanînê ya Iraqê amarên herî dawî yên sala 2022yan belav kir, ku li gor amarên Dezgeha Navendî ya Amaran, nişteciyên Iraqê ji 42 milyon kesan derbas kiriye.

Li gor datayan, hejmara nişteciyên Iraqê gihîştiye 42 milyon û 248 hezar û 883 kesan, herwiha rêjeya geşeya nişteciyan di sala derbasbûyî de ji sedî 2.5 bûye.

Di datayan de hatiye, regeza nêr ji sedî 50.5 û regeza mê jî ji sedî 49.5ê hejmara nişteciyan pêk tîne, herwiha di nava salekê de milyonekû 310 hezar kes jidayîk bûne û li hember wê, 236 hezar û 469 kes mirine.

Herwiha li gor datayan, ew kesên temenên wan di bin 15 salî de ne, rêjeya ji sedî 40.5ê nişteciyan pêk tîne, herwiha hêza kar jî ku ji 15 heta 65 salî ye, ji sedî 56.5ê nişteciyan pêk tîne. Kesên temenên wan li ser 65 salî ye, ji sedî 3.1ê nişteciyan pêk tîne.