Çalakvanên mafên mirovan ên Îranê: Di xwepêşandanan de nêzî 70 zarok hatin kuştin

Navenda Nûçeyan (K24) – Zarok di nav 110 rojên borî de bûne qurbaniyên sereke yên tepeserkirina xwepêşandanên Îranê. Di van xwepêşandanan de ji zarokên 2 salî heta ciwanên 17 salî hatine kuştin û bi dehan zarok jî hatine girtin. Lê belê li ser hejmara zarokên ku ji aliyê hikûmetê ve hatine kuştin an jî hatine binçavkirin, ti amarên fermî nînin.

Encûmena Piştevaniya Mafên Zarokan di nameyekê de ji Serokê Dezgeha Dadweriya Îranê Gulamhusên Muhsên Îjeyî re daxwaz jê kir ku amarên hûr û rast derbarê kuştin û desteserkirina zarokan ji roja yekem a xwepêşandanan ve belav bike.

Di nameyê de hatiye, gelekî giring e amaran û şefafiyet derbarê dezgehên ewlekarî yên ku ev zarok girtine bêne belav kirin û rewşa zarokan bêne şopandin, ji bo alîkariya yasayî ji wan re bê pêşkêşkirin.

Encûmena Piştgiriya Mafên Zarokan, rexne li bêparkirina van zarokan ji azadiya danîna parêzeran ji xwe girt û got, gelek parêzerên dilsoz amade ne bê pere berevaniyê li mafên van zarokan bikin.

Li gorî rapora herî dawî ya Komeleya Çalakvanên Mafê Mirovan a Îranê, di xwepêşandanên 110 rojan ên li bajarên Îranê de, herî kêm 70 zarok hatine kuştin, lê vê rêxistinê hejmara zarokên li Îranê hatine binçavkirin aşkere nekir. Rêxistina Mafê Mirovan a Hangaw jî ragihand, di wê heyamê de 14 zarok li Rojhilatê Kurdistanê hatine kuştin û 162 zarok jî hatine girtin.