Nêzîkî 50 hezar penaberên Sûrî par ji Tirkiyê hatin vegerandin

Navenda Nûçeyan (K24) – Nêzîkî 50 hezar penaberên Sûriyê di sala 2022an de ji Tirkiyê bo bakurê Sûriyê hatin vegerandin.

Li gorî pêgeheke opozîsyona Sûriyê, Tirkiyê di sala 2022an de 49 hezar û 439 penaberên Sûriyê di sê deriyên sînorî, Bab El-Selam, Girê Spî û Bab El-Hewa re revegerandine bakurê Sûriyê.

Li gor gotina Rêveberê Ofîsa Ragihandinê ya deriyê Bab El-Hewa Mazin Elûş, aliyê Tirkiyê pencemora hemû kesên vegeriyayî li ser kaxezên “vegera dilxwazî” digire, çi eger bi dilxwazî ​​û çi bi zorê hatibin vegerandin.

Ji aliyê xwe ve, Rêvebiriya Koçberiyê ya Tirkiyê binçavkirin û dersînorkirina bi sedên penaberên Sûrî bi darê zorê red dike û raporên rêxistinên mafên mirovan yên derbarê destêwerdana wê di vê yekê de jî qebûl nake.

Berî niha Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan gotibû ku ji sala 2016an û heta niha 500 hezar penaberên Sûrî vegeriyane Sûriyê.

Li gor amarên dawî yên ku ji aliyê Serokatiya Giştî ya Dezgeha Koçberiyê ya Tirkiyê ve di 22ê Berfanbara 2022an de hatiye belavkirin, hejmara penaberên Sûrî yên li Tirkiyê di bin navê “parastina demkî” de hatine tomarkirin, gihîştiye 3 milyon û 543 hezar û 837 penaber.