Erdogan: Dibe ku em dema hilbijartinan nû bikin

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ragihand: “Hûn girîngiya hilbijartinên 2023an ku ji ber şert û mercên demsalê dibe ku em dema wê hinekî din pêşve vekişînin, baştir dizanin.”

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ragihand: “Hûn girîngiya hilbijartinên 2023an ku ji ber şert û mercên demsalê dibe ku em dema wê hinekî din pêşve vekişînin, baştir dizanin.”

Serokomarê Tirkiyê û Serokê Giştî yê Partiya Dad û Geşepêdanê (AK Partî) Recep Tayyip Erdogan di Civîna Berfirehkirî ya Serokên Bajaran a partiya xwe de axivî.

Erdogan di axaftina xwe de diyar kir: “Hûn girîngiya hilbijartinên 2023an ku ji ber şert û mercên demsalê dibe ku em dema wê pêşve vekişînin, baştir dizanin.”

Serokomarê Tirkiyê li ser mijara asayîkirina pêwendiyên ligel Sûriyê ragihand: “Vê sibê ez bi Birêz Putin re axivîm. Em wek Tirkiye, Rûsya û Sûriye, me dest bi pêvajoyekê kir. Piştre em ê Wezîrên xwe yên Derve bînin ba hev. Dûvre jî li gor geşedanan, em ê di asta serokan de bêne cem hev. Derdê me pêkanîna hêsaniyê û serxistina aştiyê ye. Ez ê bi Zelensky re hevdîtinê bikim, em ê pêwendiyên Rûsya-Ukraynayê biaxivin.”