Dadgeha Iraqê fermana desteserkirina Donald Trump der kiriye

Serokê Encûmena Dadwerî ya Iraqê Fayeq Zêdan ragihand, dadgehê derbarê Serokê berê yê Amerîkayê Donald Trump fermana desteserkirinê der kiriye.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Encûmena Dadwerî ya Iraqê Fayeq Zêdan ragihand, dadgehê derbarê Serokê berê yê Amerîkayê Donald Trump fermana desteserkirinê der kiriye.

Fayeq Zêdan di merasîma salvegera kuştina Ebû Mehdî Muhendis û Qasim Suleymanî de ragihand, dadgehê derbarê Serokê berê yê Amerîkayê Donald Trump fermana desteserkirin der kiriye, ji ber ku wî fermana armanckirina Ebû Mehdî Muhendis û Qasim Sueymanî daye.

Serokê Encûmena Dadwerî ya Iraqê got ku desthilata dadweriyê ji bo pêkanîna rêkarên yasayî li hember her kesekî ku di kuştina wan de beşdar bûne, texsîr nake.

Qasim Suleymanî di 3yê Çileya 2020an de li nêzîkî Balafirgeha Bexdayê ligel Ebû Mehdî Muhendis, ji aliyê artêşa Amerîkayê ve bi rêya mûşekên dronan ve hatin kuştin.

Piştre kabîneya Serokê berê yê Amerîkayê Donald Trump ev bûyer wek serkeftina ewlehiyê ragihand.