Putin agirbest ragihand
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Rûsyayê Vladimir Putin agirbesteke demkî li Ukraynayê ragihand.
Koşka Serokatiya Rûsyayê (Kremlîn) ragihand, bi fermana Serokê Rûsyayê Vladimir Putin artêş agirbest radigihîne.
Agirbest bo dema 36 demjimêran tê ragihandin û dê ji roja Înê 6ê Çileyê di demjimêr 12:00ê de dest pê bike û heta roja Şemiyê bidome.
Şerê Ukraynayê di 24ê Sibata 2022yan de dest pê kiriye û heta niha berdewam e.