Ukraynayê derbarê agirbestê de bersiva Rûsyayê da

Şêwirmendê Ofîsa Serokê Ukraynayê Mykhailo Podolyak ragihand: “Divê Rûsya ji deverên ku dagir kiriye derkeve, tenê wê demê agirbesta demkî dê pêk were.”

Navenda Nûçeyan (K24) – Şêwirmendê Ofîsa Serokê Ukraynayê Mykhailo Podolyak ragihand: “Divê Rûsya ji deverên ku dagir kiriye derkeve, tenê wê demê agirbesta demkî dê pêk were.”

Mykhailo Podolyak li ser daxuyaniya Koşka Serokatiya Rûsyayê (Kremlîn) ku îro ragihand, bi fermana Serokê Rûsyayê Vladimir Putin artêş agirbest radigihîne, bersiva Rûsyayê da.

Podolyak li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand: “Ya yekem; Ukrayna weke Rûsyayê êrîşî xaka biyanî nake û sivîlan nakuje. Ukrayna di nav xaka xwe de endamên artêşa dagirker ji nav dibe. Ya duyem; divê Rûsya ji deverên ku dagir kiriye derkeve, tenê wê demê agirbesta demkî dê pêk were. Hûn durûtiya xwe ji xwe re bihêlin.”

Îro Pêncşemê 5ê Çileya 2023an, Koşka Serokatiya Rûsyayê (Kremlîn) ragihand, bi fermana Serokê Rûsyayê Vladimir Putin artêş agirbest radigihîne.

Hat eşkerekirin ku agirbest bo dema 36 demjimêran tê ragihandin û dê ji roja Înê 6ê Çileyê di demjimêr 12:00ê de dest pê bike û heta roja Şemiyê bidome.

Şerê Ukraynayê di 24ê Sibata 2022yan de dest pê kiriye û heta niha berdewam e.