HUDAPAR: Derbarê hevpeymaniya bi partiyan re biryar nehatiye dayîn
Diyarbekir (K24) - Partiya Doza Azad (HUDAPAR) ragihand ku derbarê hevpaymaniyeke bi partiyekê re ti biryarên teqez nehatine ragihandin û dê li gorî rewşê biryara xwe ragihînin.
Partiya Doza Azad ( HUDAPAR ) derbarê hevdîtina Serokê Giştî Zekeriya Yapicioglu û Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan de daxuyaniyek ragihand.
Di daxuyaniya HUDAPAR’ê de tê gotin ku ew wekî Partiya Doza Azad (HUDAPAR) girîngiyê bi hevdîtinên partiyên siyasî didin û dê li ser hevdîtinên bi partiyan re berdewam bin.
Herwiha di daxuyaniya HUDAPAR’ê de behsa egera hevpeymana bi partiyan re jî tê kirin û tê gotin ku wan derbarê hevpeymaniyekê bi partiyekê re ti biryar nedane û li gorî rûdanan, dê rewşê binirxînin.