Hevseroka DBPê: Desthilat dixwaze rêya demokratîk li ber gelê Kurd bigire

Hevseroka Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz, derbarê doza girtina HDPê û astengkirina pereyê wê de got; tê xwestin ku riya siyaseta demokratîk ya gelê Kurd bê girtin.

Diyarbekir (K24) - Hevseroka Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz, derbarê doza girtina HDPê û astengkirina pereyê wê de got; tê xwestin ku riya siyaseta demokratîk ya gelê Kurd bê girtin. Aydenîz, taybet bo Kurdistan24’ê axivî û rexne li desthilatdariyê girt û got; wan ti caran bi piştgiriya gencîneyê siyaset nekirine û hêza xwe ji gelê xwe digirin.

Hevseroka Giştî ya DBPê Salîha Aydenîz ji Kurdistan24ê re axivî û behsa doza girtina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û astengkirina arîkariya ku HDP ji gencîneyê digire kir.

Salîha Aydenîz got, biryarên Dadgeha Destûrê ne biryarên dadwerane ne û biryarên siyasî ne. Li gorî Aydenîz ji ber ku desthilatdarî di siyaseta xwe de asteng bûye dixwaze ku HDPê bigire û dibêje; “Heta niha ti encam ji girtina 7 partiyên ku HDPê li ser kevenşopiya wan siyaset kiriye nehatiye bidestxistin û dîsa jî dê ti encam neyên bidestxsitin.”

Hevseroka Giştî ya DBPê Salîha Aydenîz got; HDP û siyaseta Kurd ne bê bijarde ne û dê bi van fişaran jî bi dostên xwe re hêza xwe zêdetir bikin.

Aydenîz herwiha diyar kir: “Me heta niha hêza xwe ji gelê xwe girtiye û em ê ji niha û pê ve jî bi vê hêzê siyaseta xwe bikin. Ew jî dizanin ku wan winda kiriye lê belê ew dixwazin bi hêza ewlekariya hebûna xwe bidin berdewamkirin.”