Gelo Maseya Şeşalî dikare daxwazên Kurdan pêk bîne?

Bi nêzîkbûna hilbijartinên Tirkiyê re, nîqaşên li ser egera hevdîtineke Tifaqa Ked û Azadiyê û Tifaqa Milletê di rojevê de ye.
kurdistan24.net

Stenbol (K24) - Beriya hilbijartinên giştî yên Tirkiyeyê gelo îhtimal heye ku Tifaqa Milet û Tifaqa Ked û Azadiyê ku pêşengiya wê HDP dike tifaqên xwe bikin yek, yan jî bi hev re namzetek hevbeş diyar bikin? Li gorî çavdêrên siyasî, eger Maseya Şeşalî di warê daxwazên Kurdan de gaveke berbiçav neavêje ev yek pêkan xuya nake.

Bi nêzîkbûna hilbijartinên Tirkiyê re, li aliyekî mijara doza girtina HDPê, danîna blokeyê ya li ser hisabên wê; li aliyê din nakokiyên di nava Maseya Şeşalî de û nîqaşên li ser egera hevdîtinekê ya di nava Tifaqa Ked û Azadiyê û Tifaqa Milletê de.

Rojnameger Yaşar Aydin diyar dike li gorî performansa 3-4 mehên dawîn ya Maseya Şeşalî ku xwe dûrî HDPê dike bi vî awayî berdewam bike û bi hin sernavên wêrektir dernekeve pêş civakê bi taybet jî peyameke xurt û garantiyeke yasayî nede Kurdan bi awayekî veşartî be jî tifaqek pêk nayê di nava aliyan de û ev yek wê îşê maseyê jî hê zortir bike di hilbijartinên 2023a de.

Rojnameger û Çavdêrê Siyasî Yaşar Aydin ji K24ê re ragihand: “Li gorî hevkêşeyên di navê de û rengê hilbijêrên wê bawer nakim ku di roja îro de Maseya Şeşalî bikaribe ji bo daxwazên Kurdan ên di warê azadiyê de bibe bersivek. Piştî meha yek ya vê salê ji bo demokrasiya Tirkiyê belkî manîfestoyek bê amadekirin; lê di vê manîfestoyê de jî encax wê beşeke biçûk ya daxwazên Kurdan di navê de cih bigire û wê ev gav ne li gor bendewariya tevgera Kurdan û ne jî neteweya Kurdan be."

Ferhat Encû jî dibêje; wan ji Maseya Şeşalî re gotiye; dema hûn şert û mercên HDPê qebûl bikin yên di warê çareseriya kêşeya Kurd de ew ê di tûra yekem ya hilbijartinan de piştgiriya namzedê Tifaqa Milletê bikin.

Serokê Şaxa HDPê ya Stenbolê Ferhat Encû ji K24ê re diyar kir: "Aliyê ku ji bo çareseriya kêşeya Kurd diyalogê çêke em ê li namzedê wan bifikirin. Ji Tifaqa Miletê re jî me bi awayekî vekirî gotiye; heger li ser van mijaran hûn bi HDPê re hevdîtinekê pêk bînin û van nîqaşan bi HDPê re bikin em dikarin di tûra yekemîn de ku namzedê ku we diyar kiriye, em piştgiriya wî bikin."  

Parlamenterê Berê yê CHPê Bariş Yarkadaş ku car caran bangê dike da ku Maseya Şeşalî digel HDPê hevdîtinan pêk bîne; derbarê civîna dawîn ya Maseya Şeşalî de ragihand, bo namzediyê navê Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu derketiye pêş û heta Serokê Partiya Saadetê Temel Karamollaoglu û Serokê Partiya Demokrat Gultekîn Uysal bi dengê bilind piştgiriya xwe bo Kiliçdaroglu ragihandine. Li gorî Yarkadaş, Serokê DEVAyê Alî Babacan û Serokê Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglu bê deng mane, Seroka Partiya IYI Meral Akşener jî li dij pêşniyarê derneketiye.