Amerîka: Şerê Rûsya û Ukraynayê dê bidome

Berdevkê Encûmena Asayîşa Niştimanî ya Koşka Spî John Kirby ragihand, ew pêşbînî nakin ku şerê Rûsya û Ukraynayê di çend mehên bê de bi dawî bibe.

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Encûmena Asayîşa Niştimanî ya Koşka Spî John Kirby ragihand, ew pêşbînî nakin ku şerê Rûsya û Ukraynayê di çend mehên bê de bi dawî bibe.

John Kirby di konferanseke rojnamevanî de ragihand: “Rûsya amade nîne ku di çend mehên bê de dest ji şer hilgire û dev ji dagirkeriya xwe berde, ji ber vê yekê şer dê demeke dirêj bidome.”

Kirby destnîşan kir, heta ku şer bedewam be, Amerîka dê şandina alîkariyên serbazî û mirovî bo Kîevê bidomîne.

Roja 24ê Sibata 2022yan, Rûsya dest bi êrîşkirina ser Ukraynayê kir û çend navçeyên wî welatî kontrol kirin û şerê navbera Moskow û Kîevê serî hilda û heta niha jî berdewam e.

Piştî belavbûna vîrusa Koronayê, şerê Rûsya û Ukraynayê, yek ji sedemên sereke yên têkçûna aboriya cîhanê û rewşa siyasî ya navbera welatên zilhêz e.