Ji bo vaftîza Hz. Îsa merasîma derxistinê xacê ji deryayê hat sazkirin

kurdistan24.net

Stebol (K24) – Mesihiyên Ortodoksê bi helkefta pîrozbahiya vaftîz û rojbûna Hazretî Îsa li Stenbolê li dêra Aya Yorgî rêwresmeke olî sazkirin. Piştî merasîma olî, weke kevneşopiyeke bi hezaran salan tê kirin xacekê li deryayê hat avêtin û ji nav ava sar xac hat derxistin. 

Di keşûhewayeke sar a çileya zivistanê de weke kevneşopiyeke qadîm gelek Mesihiyên Ortodoksê, ji bo pîrozbahiya salvegera vaftîz û rojbûna Hz. Îsa li Stenbolê xwe avêtin nav ava sar da ku xeca li deryayê hatiye avêtin derxin.

Xeca bi baweriya Mesihiyan temsiliyeta Hz. Îsa dike bi destê Patrîkê Patrîkxaneya Fener Rum Bartholomeos ve li deryayê hat avêtin. Kesên ji bo xacê derxin tevî hewayeke sar di nav avê de ketin pêşbaziyê da ku berî her kesî xwe bigihînin xacê.

Thanos Apostolakis ê gêncê Yewnenîstanî pêşiya herkesî xwe gihand xacê û ji avê derxist.

Thanos Apostolakis got: “Cara yekem e beşdarî vê merasîmê dibim û di nava 20 kesan de ku xwe avêtin nav deryayê bûm yekem. Hewa sar e av jî sar e lê dilê min xweş e.”

Mesihiyekî Yewnenîstanî: “Ez şanaz im ku beşdarî vê seramoniyê dibim. Xwaziya min û hevalê min bû ku ji welatê xwe rabin, werin vir û bikevin vê ava paqij. Wextê me xweş derbas bû. Hinekî sar e. Lê em pê ciwan dibin.”

Li gel sazkirina ev kevneşopiya bi hezaran didome, li nava dêra Aya Yorgî ya dîrokî bi serkirdeyatiya Bartholomeos bi beşdariya gelek Mesihiyên ji Stenbol, Yewnenîstan û Ukraynayê rêwresma olî jî hatin kirin.

Di merasîma olî de ava ku li ser wê dia hatin kirin û ji hêla Mesihiyan ve wek ava pîroz tê binavkirin bi şûşeyan hatin tijekirin û vexwarin.

Welatiya Yewnenîstanê Athens Maria: “Pêxember Îsa li çemê Urdûnê û ji aliyê vaftîzvan Yehya ve hate vaftîzkirin. Îro ji bo Mesihiyan rojeke gelek mezin e. Ev ava pîroz e. Ji aliyê Patriark ve hatiye pîrozkirin. Mîna ava çemê ku Îsa pêxember li Urdûnê hatibû vaftîzkirin. Tu dikarî vexwî, bixwînî gelek baş e.”

Merasîma her sal 6ê Çileyê ku li nav Mesihiyên Ortodoks wek rojbûna Hz. Îsa tê dîtin bi rê ve diçe bi xwendina beyt û diayan bi dawî bû.