Yekîtiya Ewropayê bidarvekirina Mihemed Keremî û Mihemed Huseynî şermezar dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Yekîtiya Ewropayê û hejmarek ji siyasetmedar, hunermend û werzişvanên Îranî û biyanî bidarvekirina her du xwepêşanderên Îranê Mihemed Mehdî Keremî û Mihemed Huseynî şermezar kirin.

Bidarvekirina her du xwepêşanderên Îranê Mihemed Mehdî Keremî û Mihemed Huseynî roja Şemî 7ê Çile, bû sedema gelek karvedanên navxweyî û navdewletî û bêzariya hejmareke zêde ji parêzvanên mafên mirovan.

Piştî çend demjimêran ji darvekirina Keremî û Husênî, Yekîtiya Ewropayê li hember vê kiryara dezgeha dadweriya Komara Îslamî bertek nîşan da.

Berdevkê Koordînatorê Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropayê Josep Borrell got ku nûçeya bidarvekirina van her du ciwanên xwepêşander “hovane” ye.

Nûnera Partiya Kesk li Parlamentoya Ewropayê Hana Neumann jî got, niha ne dema danûstandin û danîna xalîçeya sor ji bo siyasetmedarên Îranê ye. Neumann nivîsand: “Divê em li gorî rastiya wan, serederiyê bi wan re bikin.”

Norbert Rotgen ku yek ji siyasetmedarên bibandor ên ser bi Partiya Demokrat a Xiristiyanî ya Almanyayê ye, di twîteke xwe de nivîsiye ku "divê hikûmeta Almanyayê bi eşkere nîşanî rejîma (Îranê) bide ku ew xeta sor derbas dike".

Rotgen her wiha banga yekitiya siyasetmedarên Alman kir ku kar ji bo parastina jiyana 19 hezar girtiyên xwepêşandanên dawî yên li seranserê Îranê bikin.

Ji bilî Yekîtiya Ewropayê, Wezareta Derve ya Amerîkayê û komek hunermend û çalakvanên siyasî yên Îranê bi cuda bidarvekirina Keramî û Husênî şermezar kirin.