Hejmara 15an a ‘Psychology Kurdî’yê derket

Navenda Nûçeyan (K24) – Kovara Derûnnasiyê Psychology Kurdî piştî navbereke kurt di sala nû de bi dosyeya ‘teoriyên derûnnasiyê’ derket pêşberî xwînerên xwe.

Kovar di bin banê weşanxaneya avestayê de xwebatên xwe dike û edîtoriya wê jî ji aliyê Abdulsıttar Özmen, Siyabend Aslan, Samed Dogan, Leyla Turhan û Kenan Ormek ve tê kirin.

Beşek ji nivîsên ku edîtoriya kovarê di vê hejmarê de cih daye wan, ev in:

Jan Ilhan Kizilhan bi sernavê "Tenduristiya zihnî di herêmên şer û qeynarê de", Margaret Mahler bi sernavê "Teoriya Cihêbûn û Takekesîbûnê", Azad Dildar bi sernavê "Mirêka Lacan di Psîkanalîzê de", Gulperî Gunduz bi sernavê "Stîgmaya li ser nexweşiyên derûnî û peywanda xizmeta civakî" û Siyabend Aslan jî bi sernavê "Jean Piaget û teoriay geşedana venasînî" nivîs nivîsandine.

Kovar