18 welat û saziyên navdewletî jenosîda Kurdên Êzidî nas kirin

Parlamentoya Almanyayê jî ji bo qebûlkirina dosyaya Êzidiyan weke jenosîd di di vê mehê de dicive

Navenda Nûçeyan (K24) – Parlamentoya Almanyayê dê derbarê naskirina tawanên li dijî Êzidiyan wek jenosîd gotûbêj bike. Ev yek jî hevdem e ligel naskirina jenosîda Êzidiyan ji aliyê 18 welat û navendên navdewletî ve.

Mîrê Êzidiyan, Mîr Hazim Tehsîn Beg ji K24ê re ragihand, “12 welatan jenosîda Êzidiyan nas kirine û Biryar e di 19’ê vê mehê de ji bo naskirina jenosîda Êzidiyan li parlamentoya Almanyayê pêşwazî li me kirin.”

Mîr Hazim Tehsîn Beg her wiha aşkere kir ku niha 320 hezar Êzidî li Almanyayê dijîn. Almanya piştî Kurdistanê, duyemîn welatê herî mezin e ku Êzidî lê dimînin.

Li gorî Nûnerê Êzidiyan li Wezareta Ewqaf û Karûbarên Olî yên Herêma Kurdistanê Xeyrî Bozanî, Encûmena Mafên Mirovan, Parlamentoya Ewropayê, Encûmena Pîran a Amerîka, Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Netewên Yekgirtî, Brîtanya, Fransa, Kanada, Skotlanda, Ermenîstan, Awustralya, Herêma Kurdistanê, Portugal, Iraq, Hollanda, Komîteya Dewletê ya Lêkolînê di Sûriye de û Yekitiya Zanayên Cîhanê, ev welat û rêxistinên navdewletî ne ku tawanên li dijî Kurdên Êzidî wek jenosîd nas kirine.

Li gorî daneyên Netewên Yekgirtî, ji destpêka êrîşa 3'ê Tebaxa 2014'an ve li ser Şingalê û herêmên derdora wê, zêdeyî 5 hezar Êzidî şehîd bûne.

Pisporê di pirsên aştî û nakokiyan de Xedir Dumilî ji K24ê re ragihand “Naskirina tawanên li dijî Kurdên Êzidî wek jenosîd ji aliyê welat û rêxistinên navdewletî ve, gelekî girîng e.”

Got jî: “Eva piştgiriyeke manewî ya temam ji bo Êzidiyan e, dê bibe alîkar ku tawanên li dijî Êzidiyan wek jenosîd li ser asta navdewletî bên naskirin û dê bandoreke temam li zindîhîştina vê dozê hebe.”