Nûnerê Swêdê bo K24: Me daxwaza Tirkiyê ya ji bo radestkirina hejmarek Kurdan red kir

Li ser endambûna Tirkiyê li Yekîtiya Ewropayê diyar kir, di nava du salên borî de ti pêşketinek di warê mafên mirovan de li Tirkiyê nehatiye dîtin.

Hewlêr (K24) – Nûnerê Herdemî yê Swêdê li Yekîtiya Ewropayê ji Kurdistan24ê re ragihand, wan daxwaza Tirkiyê ya ji bo radestkirina hejmarek Kurdan red kiriye û tekez dike ku Swêd rêzê li mafên kemîneyan digre. Li ser endambûna Tirkiyê li Yekîtiya Ewropayê jî diyar kir, di nava du salên borî de ti pêşketinek di warê mafên mirovan de li Tirkiyê nehatiye dîtin.

Şeş mehên destpêkê yên îsal Swêd serokatiya Yekîtiya Ewropayê dike, li ser vê mijarê, îro Duşemê 9ê Çileya 2023an, Nûnerê Herdemî yê Swêdê li Yekîtiya Ewropayê Lars Danielsson yekem konferansa rojnamevaniyê li Bruksela paytexta Belçîkayê pêk anî û Kurdistan24 wek yekane deyaya Kurdî di konferansê de beşdar bû û Peyamnêrê Kurdistan24ê Barzan Hesen sê pirsyar arasteyî Lars Danielsson kirin.

Pirsa yekem a Peyamnêrê Kurdistan24ê derbarê rêkeftina Swêdê ya ligel Tirkiyê bi mebesta endambûna NATOyê de bû, ku egera wê yekê heye, beşek ji Kurdên li Swêdê bibin qurbaniya wê rêkeftinê, ji ber ku Tirkiye daxwaza radestkirina hejmarek Kurdan dike, li ser vê mijarê Lars Danielsson diyar kir: “Duh Serokwezîrê Swêdê ragihand, em daxwaza Tirkiyê qebûl nakin û ti kesekî radestî wî welatî nakin û em rêzê li mafên kemîneyan ên li Swêdê digrin.”

Peyamnêrê me li ser hebûna hejmareke mezin ji kesayetên siyasî, rojnamevan û çalakvanên Kurd di zindanên Tirkiyê de û helwesta Serokatiya Swêd û Yekîtiya Ewropayê li ser vê mijarê, pirsyarek araste kir û Danielsson ragihand: “Tirkiye welatekî namzeta endambûna Yekîtiya Ewropayê ye, lê belê di nava du salên borî de, me li ser mafên mirovan ti pêşketinek nedîtiye, herwiha di dawiya îsal de jî Tirkiye ber bi hilbijartinên navxweyî ve diçe û em bi awayekî berdewam rewşa navxwe ya Tirkiyê dişopînin.”

Berdewamiya xwepêşandanên Rojhilatê Kurdistanê, ku heta niha zêdetîrî 500 welatiyên Kurd ji ber wan canê xwe ji dest dane, pirsyareke din a Peyamnêrê Kurdistan24ê bû û li ser vê mijarê Lars Danielsson diyar kir: “Derbarê vê mijarê de Swêd herdem ligel wê yekê bûye ku sizayên zêdetir bi ser Îranê de werin sepandin, destpêka îsal jî dibe ku Yekîtiya Ewropayê sizayên zêdetir bi ser Îranê de bisepînin, bi taybetî piştî wê yekê ku Îran di êrîşên ser Ukraynayê de hevkariya Rûsyayê dike.”