Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê desteserkirina du torên ser bi DAIŞê ragihand

Planên wan hebûne ku beriya sersala 2023an teqîn û kiryarên terorîstî li bajarê Hewlêrê encam bidin.

Hewlêr (K24) - Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de desteserkirina du torên terorîst ên ser bi DAIŞê li bajarê Hewlêrê ragihand, li gor daxuyaniyê, planên wan hebûne ku beriya sersala 2023an teqîn û kiryarên terorîstî li bajarê Hewlêrê encam bidin.

Di daxuyaniya Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê de hat diyarkirin: “Dije Terora Kurdistanê du torên terorîst ên DAIŞê li bajarê Hewlêrê desteser kirin û planên wan pûç kirin.”

Hat eşkerekirin: “Du hewl û planên grûpên terorîst ên DAIŞê ji bo encamdana teqîn û kiryarên terorê beriya sala 2023an li bajarê Hewlêrê, ji aliyê Rêveberiya Giştî ya Dije Terorê û Rêveberiya Asayîşa Hewlêrê ve di meha 12 ya sala 2022an de hatin pûçkirin û çar terorîst hatin desteserkirin, ku ji du torên cuda pêk dihatin û ji aliyê grûpên terorîst ên DAIŞê ve ferman ji wan re hatibû ku kiryarên terorîstî li bajarê Hewlêrê encam bidin.”

Tora yekem; terorîstên bi navên Hemze Eyad Ehmed yê bi nasnavê Siyaf El Qureyşî û Mihacir Ehmed Izawî yê bi nasnavê Ebû Cehfer di 23ê Berfanbara 2022an hatine desteserkirin, terorîstê bi navê Siyaf El Qureyşî ku xwekuj bûye û plana wî hebûye beriya sersalê li ber deriyê sereke yê Rêveberiya Giştî ya Dije Terorê bi kembera bombekirî bi alîkariya terorîstê bi navê Ebû Cehfer xwe biteqîne, herwiha di hewldanê de bûne ji bo teqandina otomobîleke bombekirî li ber baregeha asayîşa Enkawayê.

Tora duyem; terorîstên bi navên Mûsa Îsmaîl Elwan Îsmaîl yê bi nasnavê Yeqûb û terorîst M.E.H ku beriya niha li Sûriyê li Kampa Holê niştecî bûye û beşdar bûye di kuştina çendîn welatiyên li nav Kampa Holê, ev herdu terorîst di sala 2022an de hatine bajarê Hewlêrê û li ser fermana serkirdeyên DAIŞê plana wan hebûye ji bo encamdana karên teror û kuştinê li bajarê Hewlêrê.